CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: “Em ji ber kiryara Ewrûpayê ya li hember Lihevkirina Navokî razî nînin”

Alîkarê yekem ê serokomarê Îranê got: “Em qet ji ber kiryara Ewrûpayê ya li hember Lihevkirina Navokî razî nînin, ew dikarîn bi awayekî bihêztir tev bigerin”.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Îshaq Cehangîrî, alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê, li rex civîna hevpar a îro ya taxima dewletê bi parêzgaran re got: “Di eynî demê de em ji ber tevgera ewrûpiyan ji hêla helwêstwergirtina siyasî ya li hember piştgîriya ji Lihevkirina Navokî û derketina Amerîkayê ji wê razî ne”.

Alîkarê yekem ê serokomarê Îranê, herwiha got: “Ewrûpîyan qet fikir nedikirin ku serxwebûna wan a di warê bankî û aborî de li hember Amerîkayê lawaz bibe ku hin kompaniyên wan dewsa peyrewiya ji biryarên Ewrûpayê, siyasetên Amerîkayê bişopînin”.

Cehangîrî got: “Helwêsta Îranê ji destpêka derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî, ser vê bingehê bûye ku Lihevkirina Navokî belgeyeka navnetewî ye ku li Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) hatiye pejirandin û şeş welat jî ew îmze kirine û divê hemî bi sozdarî, ji berjewendiyên vê hevhatinê sûd verbigirin”.

Alîkarê yekem ê serokomarê Îranê herwiha got:

“Îranê heya niha sozên xwe cih anîne lê aliyên din ên vê peymanê ku ji sê welatên ewrûpî, Rûsye û Çînê pêk tê, karên cida kirine, Rûsye û Çîn ku şirîkên baş ên Îranê ne û hevkariya van du welatan baş bûye lê dikare baştir jî  bibe û hewldanên ji bo baştirkirina peywendiyan berdewam in”.

Başa dön tuşu