BehreynÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: Rejîma Alê Xelîfe nikare şûn û eserên destdirêjiya ser Şêx Îsa Qasim tamil bike

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî bal kişande ser viya ku Rejîma Alê Xelîfe nikare şûn û eserên destdirêjiya ser Şêx Îsa Qasim tamil bike ragihand ku pêwîste dewleta Behrêyînê dest ji îhaneta bi vî rohaniyê şîe berde.

Li gor rapora ajansa Fars News`ê,Huseyn Emîrebdullahiyan li gotûbêja tev telivîzyona El-Luloya Behrêyînê , mehkeme kirina Şêx Îsa Qasim ji aliyê Rejîma Alê Xelîfe kiryarekî ne aqilane daye zanîn û hêviya xwe daye diyarkirin ku kesên beraqil bigehêjin alîkariya Rejîma Alê Xelîfe ta ku ewna dest ji îhaneta derheq Şêx Îsa Qasim berdin.

Rejîma Alê Xelîfe biryar girtiye Biryar girtiye Şêx Îsa Qasim îro bi tawana derewe bidestxistina diravê neqanûnî mehkeme bike.

Eva çend rojin ku xelkê Behrêyînê bona diyarkirina piştevaniya xwe ji Îsa qasim derdikevin kolanan û her ji ber viya heta niha Rejîma Alê Xelîfe çend caran mehkeme kirina wî paşda avêtiye.

Rejîma Behreynê Hezîrana 2016`an  mafê welatîbûnê yê Şêx Îsa Qasim melayê binavûdeng ê şîe betal kir ku ev kiryara wan  rastî bertekên  tund li nav  şîeyên Behreynê û cîhanê hat

Eva mudeheke ku Rejîma Alê Xelîfe li Behrêyînê xelkê ku daxwaza reforman li nav sîstemên îdarî ya vî welatî dikin, serkut dike.

Saziyên  piştgirê mafên mirovan  heya niha  zêde ji 150 daxûyanî û arpor derheq şermezarkirina  kiryarên serkutkirane yên Alê Xelîfe  dane  lê  vê rejîmê bala xwe nedaye  ser wan rexneyan.

Behreyn ji Fewriya 2011an  ve meydana  nerazîbûnên  biaşitî li dijî Rejîma  Alê Xelîfe ye.

Gelê Behreynê daxwaza reformên  siyasî, azadiya axiftinê, damezrandina  edaletê, rakirina  newekheviyê û bidesthilatbûna  sîtimeke  bijartî li welatê xwe dikin lê Rejîma Alê Xelîfe tim bi serkutkirinê bersiva nerazîbûna wan didin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu