IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê êrîşê polîsan kir

Çekdarên DAIŞê derengiya şeva borî li rojhilatê Tikrîtê êrîşê baregaha polîsan kirin, lê êrîşa wan hate têkbirin.

Şêwirmendê Ragihandina Civata Parêzgeha Selahadînê Elî Mûsa ragihand; “Duh bi şev komek çekdarên DAIŞê li bajarokê Ebîdelf a navçeya Dorê ya ser bi Tîkrîtê êrîş kirin ser baregaha polîsan. Hêzên ewlekariyê jî bi tundî bersiv dane êrîşê.”

Elî Mûsa eşkere kir, ku di dema êrîşê de 3 xwekujan xwe di nav baregahê de tenadiye, di encamê de 2 leşker û efserek hatine kuştin û 9 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî gotina Mûsa leşkerên hatine kuştin û birîndarkirin, endamên Heşda Şeibî bûne.

Şêwirmendê Ragihandina Civata Parêzgeha Selahadînê Elî Mûsa herwiha got; “Hêzên ewlekariyê bersiveke tund dane êrîşê. Firokeyên şer ên Iraqê jî destwerdana pevçûnan kirin. Di dema pevçûnê de 4 otomobîlên DAIŞê hatine teqandin û hemû çekdarên di wan de hatine kuştin.”

Elî Mûsa daxuyand, ku di dema pevçûnê de çend otomobîlên polîsan jî hatine şewitandin. Herwiha ji bo peydakirina DAIŞiyan li navçeya Dor qdexeya hatinçûnê hatiye ragihandin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu