IraqNûçeRojhilatanavin

Emîrebullahiyan: Emerîka nikare bandorê li peywedniyên Îran û Iraqê bike

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwar Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî got: Îran û Iraq nahêlin Emerîka abndorê li peywendiyên baş ên di navbera Têhran û Bexdayê de bike.

Li gorî rapora Ajansa nûçan a meclisê,  Emîrebullahiyan roja çarşemiyê li hevdîtina tev Yan Kobîş nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Iraqê, bal kişand ser liv û tevegrên  hin welatên navçê û Emerîkayê li alûgurên nû yên Iraqê û diyar kir: Iraq îro rojê pirtir ji her demeke din hewcedarê sekinîna ser yekitî û hevdiliya neteweyî ye.

Emîrebullahiyan her wiha got:Erebistan divê rêzê li bîr û raya gelê Iraqê bigre û bibe cînarekî kêrhatî bo gelê Iraqê.

Alîkarê taybet ê  serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî her wiha hêvî kir: Bi zûtirkê parlemana Iraqê û rayedarên siyasî yên vî welatî bona pêkanîna dewleta nû û alîkariya bo pêvajoya ewlehî, aramî û tenahiya xelkê li hev bikin.

Yan Kobîş jî li vê hevdîtinê qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber rola li warê alîkariya bo rawestana li ber terorzîmê li Iraqê girt û diayr kir: NY piştgiriyê dide yekitî, xweserî û yekperçetiya erdê Iraqê.

Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Iraqê her wiha bal kişand ser pêwîstiya avakirina dewleta nû ya Iraqê û got: NY hewil dide demajoya pêkanîna dewleta nû li Iraqê ser bingeha lihevkirina neteweyî serêxwe bigire.

Yekim civîna parlemana nûya Iraqê roja duşemiyê bi axiftina Fuad Mesûm serokkomar, Heyder Ebadî serokwezîr û Selîm Cibûrî serokê parlemanê û her wiha sondxwazrina nûnerên nû hat lidarxistin.Piştî hevhatina serokên firaksiyonên parlemana  nû ya Iraqê, civîna  din a parlemana  vî welatî, 17 Îlonê dê were lidarxistin.

Başa dön tuşu