NûçeRojhilatanavinSûriye

Xwenîşandana gelê Sûriyê li başûrê Şamê dijî komên çekdar

Bi sedan kes ji xelkê gundên Bebîla û Bêyt Lehmê li dorhêla başûrî ya Şamê (paytexta Sûriyê) bi lidarxistina xwenîşandanekê, xwestin ku terorîst ji van navçeyan derkevin.

Li gorî rapora IRIB NEws`ê, xelkê bajarokên başûrê parêzgeha rîfa Şamê, bona nîşandayîna dijayetiya li hember kiryara komên terorîstî û tekfîrî ji  wan astengîderxistina li ser rêya hevhatina aştiya neteweyî ya li Sûriyê, roja îniyê careka din li xwenîşandaneka dijî terorîsm û tekfîriyan dirûşme qêriyan.

Komên çekdar bona jihevbelakirina xelkê gulle avêtin ku di encama wê de hejmarek beşdarên xwenîşandanê, birîndar bûn.

Eva cara çendan e ku di mideha van rojên buhurî da rûniştiyên bajarokên başûrî yên paytexta Sûriyê bona dijayetiya bi komên tekfîrî yên ku li ser van navçeyan serdest in, xwenîşandan li dar xistine û bi wan re bi taybet bi koma terorîst a Cibhetunusrê re ketine pevçûnê.

Li gorî ragihandina mêdyayên nêzîkî terorîstên Cêyş Ul Îslamê, kesên çekdar ligel malbatên xwe jibo derketina ji bajaroka Bebîlayê li başûrê parêzgeha Rîfa Şamê, bi hevhatina bi dewleta Sûriyê re amade dibin ta ku veguhêzin navçeyên din ên li Sûriyê.

Bişar Esed, serokomarê Sûriyê, sala 2015`an, fermana aştiya neteweyî li vî welatî îmze kir. Li gorî fermnaa serokomarê Sûriyê, kesên ku çekan radikin, eger çekên xwe radest bikin, wê werin efûkirin.

Başa dön tuşu