ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrîşa mûşekî ya hêzên yemenî ser baregeha leşkerî ya Enda Lehecê

Yekîneya mûşekî ya Artêşê û Komîteyên gelanî yên Yemenê qala avêtina mûşekeka Balistîk ji cûreya Bedr 1 ber bi barefgeha leşkerî ya kirêgirtiyên siûdî li navçeya Endê li parêzgeha Lehecê kir.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya kanala têlêvîziyoniya El Mesîreyê, Baregeha leşkerî ya Endê li başûrê Yemenê ji navendên girîng ên leşkerî yên kirêgirtiyên siûdî tê hisab.

Pedafenda hewayî ya hêêzn Yekîneya mûşekî  ya Artêşê û Komîteyên gelanî yên Yemenê jî firokeyeka sîxoriyê ya Erebistanê li bajarokê sînorî yê Menbeyê li rojavaya parêzgeha Seideyê li bakurê anîn xwarê.

Mêdyayên Erebistanê qala kuştina sê kes ji çekdarên xwe li navçeyên sînorî yên Yemenê kirn.

Başa dön tuşu