FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Encama hilbijartinên Emerîkayê qeyrana navçê naguherîne

Nunerê Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) li Têhranê got: Encama hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê yê tu guherîneke erênî û kêrhatî li rewşa bikrîz a navçê pêk neyne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Xalid El-Qudûmî nunerê tevgera HAMAS`ê li Têhranê bal kişand ser bijartina Donald Trump wekî serokkomarê Emerîkayê û got: Hilbijartinên berê yên  Emerîkayê nîşan dane ku hatina şexsekî nû alûgurên bingehîn  li siyasetên derve û navçeyî yên vî welatî pêk nayne.

Qudûmî destnîşan kir: Barak Obama  serokkomarê Emerîkayê jî piştî serketina li hilbijartinên  berê sozên bêmînak dane welatên erebî û Îslamî lê di pratîkê de  dewleta Obama piştgiriya herî zêde da  Rejîma Siyonîst û eva li halekê bû ku rewşa Iraq û Lîbyayê pir aloz bû û ew hewcedarê alîkariyan bûn.

Nunerê HAMAS`ê li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku îro rojê cîhana îslamê û welatên navçê hewcedarê hereketa ber bi yekitiyê ne û got: Gelên misilman nabe  bi propagendên  çêkirina bêtifaqiyê yên rojavayîyan ku li  dû birêxistina şerê mezhebî û eşîretî ne bikevin davê.

Qudûmî her wiha li bara nihêrîna  nû ya siyasî li Lubnanê got: Nêzîkî 500 hezar filistînî li Lubnanê dijîn, lewma divê mesela Filistînê bibe bernama  sereke ya dewleta nû ya Lubnanê û daxwaziyên filistîniyan werin berçavgirtin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu