Endamê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Meclis Şêwra Îslamî ya Îranê her cure dewama boykotên nû yên Emerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê li dijî rêketinnama navokî da zanîn
Hişmetullah Felahetpîşe li gotûbêja tev Tesnîm Newsê diyar kir: Li gorî madên 15 alî, xala 41 an a beşa 7an a qanûna rêketinnam anavokî her cure boykota nû ji aliyê welatên endamê grûpa 5+1 li dijî siyasetên giştî yên rêketinnama navokî ye.
Rêketinnama navokî ji Çilla par ve cih hatiye û welatên rojava bi taybet Emerîka soz û qirarên xwe cih neanîne û li vê çarçêvê meclis anuneran a Amerîkayê vê dawiyê plana domandina qanûna boykotên deh salî li dijî Îranê pejirand.
Felahetpîe her wiha bal kişand ser axiftinên vê dawiyê yên Donald Trump serokkomarê bijartî yê Emerîkayê ku derbasbûna vî welatî nav şerê li hember Sûriyê karesat da zanîn û diyar kir: Trump ser vê bawerê ye ku şerê li hember Sûriyê pevçûnên navçê gurtir dike û eva ser qazanca tu aliyekê nîne.
Felahetpîşe destnîşan kir: Emerîka neçar e ku rewşa Îranê qebûl bike ji ber ku ev welata niha lawaztir ji Emerîkaya sala 2001an û dema êrişa ser Iraqê bûye û eva li halekê ye ku Îran pir ji ber bihêztir bûye û eva muadileyek e ku emerîkî li bara wê li xwe mukir hatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)