NûçeAborîEwropa

Enflasyon Swêdê dixe nava krîza xizaniyê

Raporek Brîtanî dide xuyakirin ku Swêd, ku pêncemîn welatê herî dewlemend ê Yekîtiya Ewropayê ye, ji ber gelek faktoran, di nav wan de bilindbûna bihayê elektrîkê û buhabûna bihayê xwarinê, di nav “krîza hejariyê” de ye.

Li gorî raporeke Brîtanîyayê, Swêd ku pêncemîn welatê herî dewlemend ê Yekîtiya Ewropayê ye, zirarên mezin dibîne û welatê wî “ji ber krîza xizaniyê” dikişîne.

Li gor nûçeya rojnameya “The Guardian”ê, bilindbûna nirxê elektirîkê û herwiha buhabûna nirxê xurekan hişt ku welatî ziyaneke mezin bibînin.

Xebatkarê dikana civakî Johan Rindvall got: “Pirsgirêka xizaniyê ya Swêdê jî heye, dibe ku em zêde qala wê nekin, lê ew heye.”

Başa dön tuşu