ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Berfirekirina peywendîyên digel Tirkîyê, esaseke girîng a sîyaseta Îranê ya li navçê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê berfirekirina peywendîyên dostane digel cînaran nemaze yên digel Tirkîyê esaseke girîng li sîyaseta Têhranê ya li navçê û derve zanî.

Hesen Rûhanî li hevdîtina digel Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê li Têhranê, bal kişand ser pêwîstîya hewildana ji bo gîhandina asta ticareta di navbera her du welatan de bo 30 milyard dolarî û got: Berfirekirina peywendîyên bankî yên Têhran û Enqerê, biryara sûdwergirtina ji diravên netewî li danûistandinên ticarî û hewildana di çaçrova lezandina cihannîa rêketinamên dualî de dikarin tevgereke zêdetir bixin têkilîyên aborîyê yên Têhran û Enqerê.

Rûhanî herwisan civîna sêalî ya Soçîyê pêngaveke girîng ji bo çareserkirina kêşeyên navçeyî zanî û got: Xweşbextane roja îro peywendîyên sêalî yên Îran, Tirkîye û Ûrsêtê li peywendîyên navçeyî gellekî girîng û bibandor bûne û eva li halekî ye ku di şert û mercên niha de dewama rawêjkarî û hevkarîyên zêdetir ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê pêwîst e.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwisan got: Parastina serxwebûna welatan û neguhertina sînorên erdnigarîyê dê istiqrarê li navçê bihêz bike û divê wisa pêngav bê rakirinê ku tu welatek li navçê hesta gef û xeterê ji alîyê cînarên xwe va neke.

Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê jî li vê hevdîtinê got ku peywendîyên Îran û Tirkîyê erênî ne û bal kişand ser pêwîstîya hewildana ji bo berfirekriina hevkarîyên ticarî û aborî û hêsankiirna peywendîyên bankî yên her du welatan û dîyar kir: Roja îro divê bi berfirekirina rawêjkarî û hevkarîyê, pêngavên bilind ji bo pêşxistin, bihêzkirin û qahîmkirina zêdetir a peywendîyên Têhran û Enqerê bên rakirin.

Wî bihêzkirina peywendî û hevkarîyên Îran û Tirkîyê li astên navçê û cîhanê girîng zanî û got: Yek ji armancên sereke yên Amerîkayê têkildarî komploya nû li deverê, bandordanîna ser peywendîyên dostane û ber bi befirebûnê yên Îran û Tirkîyê ye ku divê li hemberî wê, hevkarîya ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçê nemaze li Sûrîyê were domandin.

Wezîrê karên derve yê Tirkîyê li dawîyê got: Opêrasyona artêşa Tirkîyê li bakûra Sûrîyê demkî û tenê li dijî têrorîstên li wê deverê ye û Enqerê tu wexta çav bernedaye axa Sûrîyê.

Başa dön tuşu