ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Ensarullah: Zorbêjan agirbesa berfire li Yemenê ret kirin

Endamekî Civata Sîyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Hevalbendîya zorbêj a Sûdî lihevkirina bo agirbsa berfire li Yemenê ret kir.

Endamê Civata Sîyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê Mihemed Bexîtî di hevpeyvîna digel Kanala Al Mayadeenê de herwiha got: Welatên endamê hevalbendîya Seûdî ligorî rewşa xwe ya leşkerî agirbesê qebûl dikin û qebûl nekirin ku agirbes li hemî bereyan pêk bê.

Wî amajeyî wê yekê kir ku Tevgera Ensarullahê tenê derbarê xurtkirina agirbesa niha bi alîyê himber ra lihev kirîye, dîyar kir: Welatên zorbêj û kirêgirtîyên wan hela jî di cihanîna sozên xwe di vî warî de sistîyê dikin.

Endamê Civata Sîyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê amajeyî pêbendnebûna zorbêjan li vekişîna bi qasî yek kîlomêtrî ji perravên Deryaya Sor kir û got ku tu hêvîyek derheq pêbendbûna wan li lihevkirinên agirbesê nîne.

Başa dön tuşu