ÎranNûçeRojhilatanavin

Jordaçûna derfirotina Îranê bo Çînê mideha 9 mehên buhurî de

Sefîrê Îranê li Pêkenê got: Derfirotina Îranê bo Çînê di 9 mehên buhurî de anegorî vê dema di sala buhurî de, 3 milyard dolar zêde bûye.

Elîesger Xacî sefîrê Îranê li Pêkenê îro li hevpeyvîna digel nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê bal kişand ser vê yekê ku Çîn şirîkê herî mezin ê ticarî yê Îranê ye û got: Li gorî amara ku gumrika Çînê raber kirîye, Îranê di 9 mehên buhurî de, bayê 13 milyard û 88 milyon dolarî kel û pel şandine Çînê û eva anegorî vê midehê ya sala buhurî, bi qasî 3 milyard dolarî zêde bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu