NûçeRojhilatanavinSûriye

Jinavbirina têrorîzmê, hewcedara hewldana hevpar a civaka cîhanî ye

Serokkomarê Sûriyê got ku êrişên têrorîstî li navçeyên curbicur ên cîhanê nîşan da ku têrorîzmê sînorên xwe tunînin û jinavbirina wê hewcedara hewldana navneteweyî û ya hemî welatan e.

Serokkomarê Sûriyê, Beşar Esed roja pênşemê li hevdîtina endamê Sênaya Amerîkayê, Rîçard Blak li Şamê got ku jinavbirina têrorîzmê hewcedarê hewldana navneteweyî ne tenê li warê eskerî belkî li warê rawestana li ber ramana zêdegav û tund a wehabiyetê ye ku pişta têrorîzmê digire.

Esed piştgiriya aborî ya hin welatan ji têrorîstan rexne kir û got: Ev piştgirî divê werin rawestandin û gelê Sûriyê divê bi xwe çarenivîsa xwe kivş bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu