CîhanEwropaNûçe

Erdheja bi hêza 8 Rîşterî Pêro û Êkwador hejandin

Çavkaniyên nûçeyan qala qewimîna bûmelerzeyek bi mezinahiya 8 rîşterî ((Richter magnitude scale)) li Pêro û Êkwadorê (Amerîkaya Başûr) kirin.

Li gorî rapora France Pressê, Ji ber qewimîna erdhejê kesek li Pêroyê hat kuştin û 18 kes jî li Pêro û Êkwadorê birîndar bûn.

Ev erdhej di saet 2 û 41 deqîqe li gorî dema herêmî (7 û 41 deqîqe li gorî dema Girînvîçê) di derdora 70 Kîlomitriya başûrê rojhilata bajarê Lagûnasê li bakurê Pêroyê qewimî.

Navenda pîvandina erdhejê ya Amerîkayê navenda vê erdhejê kûrahiya 110 kîlomitriya erdê da zanîn.

Başa dön tuşu