ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îran û Iraq: Divê li heyama merasima Erbeyînê rewşa Servîs û pewendiyên telekomê baştir bibin

Birêvebirê Rêxistina Medya û Pêwendiyên Telekomê ya Iraqê Elî Nasir El-Xuweldî û Wezîrê Pêwendî û Teknolojiya Telekomê ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Azerî- Cehrûmî li hevdîtina xwe ya Necefa Eşref de desnîşan kirin ku li divê heyama merasima Erbeyîna Huseynî rewşa Servîs û pewendiyên telekomê baştir bibin û du alî ser vê yekê hevkariyên xwe zêde û qahêm bikin.

Li gor nûçeya IRNAyê, Birêvebirê Rêxistina Medya û Pêwendiyên Telekomê ya Iraqê Elî Nasir El-Xuweldî û Wezîrê Pêwendî û Teknolojiya Telekomê ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Azerî- Cehrûmî li hevdîtina xwe ya Necefa Eşref de rewşa ziyaretkiran û beşdarên merasima Erbeyîna Îmam Huseyn (S) û hewcedariya wan li babeta pêwendiyên telefonî û telekomê hilkolandin û xwestin ku li heyama merasima Erbeyîna Huseynî du welat ji bo çêtirbûn û baştirbûna kelîteya  Servîs û pewendiyên telekomê rêketinên li vê babetê de bi cidî cih bînin û  hevkariyên xwe zêde û qahêm bikin.

Wezîrê Pêwendî û Teknolojiya Telekomê ya Komara Îslamî ya Îranê li vê hevdîtinê qedirzaniya dewlet û netewê Iraqê kir ji ber xizmetkariyên wan ji bo ziyaretkirên husynî .

Xizmetkariya bo ziyaretkirên huseynî li warê telefona mobîl û Înternetê bi taybet li heyama Erbeyînê ku hejmara wan digihêje çend milyon kesan, fikra û karê serke bo rayedarên îranî û iraqî ye.

Başa dön tuşu