ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Iraqê derbasî Hewlêrê bû

Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê, roja duşemiyê, bona şêwirîna tev berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê, derbasî Hewlêrê bû.

Li gor rapora IRIB News`ê, ji zarê malpera Sûmêriye News`ê, Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê, bona hilkolandina pêvajoya siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî, derbasî Hewlêrê bû.

Li gorî vê raporê, Fuad Mesûm, dê sibê jî bona gotûbêja li ser meselên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî, here Silêmaniyê.

Fuad Mesûm, li sefera bo Hewlêrê, ji nûnerên meclisa Iraqê, xwest dema dewra meclisê jib o meheke din jî, dirêj bikin.

Wî herwiha ji dadgeha federal a Iraqê, xwest hikmê xwe ya li bara meşrûiyeta meclisa niha , bi zûtirkê ragihîne.

Ji aliyê din ve Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Kurdistana Iraqê, îro ji nûnerên kurdên li meclisê û dewleta Iraqê xwest, wegerin Bexdayê û li civîna taxima dewletê û meclisê, amade bibin ta ku Iraqê ji qeyrana niha rizgar bikin.

Eva li halekê ye ku 4 fraksiyonên ji Kurdistana Iraqê yên wekî Tevgera Goran, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, Yekîtiya Islamî ya Kuridstanê û Civata Islamî, her li ser beşdarînekirina li civînên meclisa Iraqê, pêgîrî dikin.

Ew xwestin ku rê jib o bi rêveçûna civîneka bi beşdariya hemû nûnerên meclisa Iraqê, xweş bibe.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu