IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê baregehên DAIŞê dane ber topan

Yekîneya Tiopxaneyê ya Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê (HEŞDA ŞEIBÎ) Îniyê bi şev baregehên koma têrorîst a DAIŞê li navçeya Baxûzê li navçeya Dêrazorê ya rojhilata Sûriyê dane ber topan.

Kanala Meyadînê ya Libnanê tevî ragihandina vê nûçeyê ragihand ku di vê êrîşê da bi dehan çeteyên koma têrorîst a DAIŞê hatine kuştin. Li vê êrîşa topxaneyî herîkêm 15 kes ji çeteyên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

2ê Çileyê jî firokeyên şêrr ên Iraqê cihê kombûna serçeteyên DAIŞê  li navçeya Sûseyê ya Sûriyê dane ber bombeyan. Li wê êrîşê jî herîkêm heft serçeteyên DAIŞê hatin kuştin.

Başa dön tuşu