NûçeRojhilatanavinYemen

Erebistan xwe jibo şerekî berfireh li Yemenê amade dike

Serokê konseya siyasî ya tevgera Gelanî ya Ensarullaha Yemenê ragihand ku Erebistan ser dewama şêr li Yemenê pêgiriyê dike.

Li gorî rapora roja pênşemiyê ya televîzyona El-Meyadînê, Salih El-Semad serokê konseya siyasî ya tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê ragihand ku Erebistan xwe ji bo şerê berfireh li Yemenê amade dike. Salid El-Semadî got: Dûhatên her cure operasyona berfireh a eskerî ya Erebistanê tenê navçên pevçûnê nagire ber xwe û mafê yemeniyan e ku hemî amêrên rewa û meşrû jibo berevaniya xwe li her derê û herdemê bi kar bînin.

Salih El-Semad serokê konseya siyasî ya tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê tekez kir ku ev tevgera bi grûpên din ên yemenî re ji bo rawestana li ber her cure berfirehkirina operasyona eskerî li saya hitmala şikesta muzakirên aşitiyê li Kuweytê hevkariyê dike.

Salid El-Semadî destnîşan kir ku tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê her cure rêçareyekê ji bo qeyrana Yemenê xêncî du xalên hevhatin û beşdariya li dewleta vî welatî red dike .

Erebistanê tevî hin welatên erebî û bi çirayê kesk ê Emerîkayê ji 26 Adara 2015an êrişên esmanî û bejahiyê kiriye ser Yemenê.

Bi hezaran yemenî ji van jin û zarok bûne goriyê destdirêjiyên hevalbendiya siûdî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu