IraqLubnanNûçeRojhilatanavin

ZANAYÊN MİSİLMAN ÊN LUBNANÊ DİJÎ CUDABÛNA IRAQÊ NE

Alimên Lubnanê, Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê bi wateya damezrandina Rejîma Siyonîstî ya nû dane zanîn.

 Li gorî rapora Resa News`ê, kombûna  alimên  misilman ên Lubnanê roja çarşemiyê raghandin: “Cidabûna  Herêma Kurdistana Iraqê destpêka parvekirina navçê bo dewletên  eşîretî, nijadî û qewmî ye da ku hizûra Rejîma Siyonîstî were pînekirin û cîhana ereb û Îslamê divê li hember damezrandina Rejîma Siyonîstî ya nû rawestin“.

Koma  alimên  Lubnanê tekez kirin: “Terorîstîzanîna  diyardeya  herî şerîf ya vê serdemê yanê  berxwedan û hizbullahê ji aliyê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê buxtaneke  pûç û batil e, ji ber ku Lubnan ji aliyê berxwedanê ji lepên  dagirkirên siyonîst hat azadkirin û terorîstên  tekfîrî ku çêkiriyên  Emerîkayê ne ji welatê hanê derxistin“.

Alimên  şîe û sunne yên Lubnanê tekez kirin firîna  balefirên keşfê ser esmanê Filistîna  dagirbûyî nîşana  qaweta zêde ya mêhwera berxwedanê ye û Rejîma Siyonîstî li pêşerojê dê rastî gelek dijwariyan were ku destpêka jinavçûna rejîmê û vegeryana  filistîniyan bo erdê Filistînê tê hesabê.

Başa dön tuşu