Berfirehkirina ticaretê, mijara sereke ya sefera Zerîf bo Pakistanê
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj û muzakira tev rayedarên pilebilind ên Pakistanê bo berfirehkirina ticaretê û têkikiyên aborî ji mêhwerên sereke yên sefera xwe ya Îslamabadê da zanîn.
Muhemed Cewad Zerîf berêvara Pêncşemiyê dema gihêşt Îslamabadê li gotûbêja bi IRNA`yê re bal kişand ser vê yekê ku peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê bi Komara Îslamî ya Pakisanê re pir nêzîk û dîrokî ne û got: “Ji ber damezrandina dewlet û meclisa neteweyî ya nû li Pakistanê, pêwîst bû ku li yekim derfetê, bi rayedarên pilebilind ên vî welatî li potsên curbicur, hevdîtin û gotûbêj bê kirin“.
Muhemed Cewad Zerîf her wiha li bara hevkariyên aborî û bankî navbera Îran û Pakistanê got: “Li seferên derbasbûyî bo Pakistanê, her wiha seferên rayedarên pakistanî bo Îranê, li bara şêwazên curbicur ên xurtkirina peywendiyên bankî hat gotûbêjkirin û em hêvî dikin li vê seferê encamên baş bi dest bixin“.
Muhemed Cewad Zerîf Duh berêvarê bi taximekê re bona hevdtin û gotûbêja bi rayedarên dewleta nû ya Pakistanê û bona berfirehkirina hevkariyên her du welatan gihêşt Îslambadê.
Zerîf li vê sefera durojî bi rayedarên pilebilind ên vî welatî ji wan Umran xan serokwezîrê Pakistanê hevdîtin û gotûbêjê dike.
Hevdîtina bi serokê meclisa neteweyî û serokê meclisa Senayê, wezîrê karên derve, fermandê giştî yê artêşê û wezîrê aborî û darayiyê yê Pakistanê ji bernameyên dine sefera Zerîf bo Îslambadaê ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê, berêvara Çarşemiyê jî li sefereke nişkêveyî, gihêşt Enqerê û bi serokkomar û serokwezîrê Tirkiyêre li bara peywendiyên dualî û alûgurên Sûriyê muzakire kir.