IraqNûçeRojhilatanavin

Balafirgeha El-Malihe li başûra Hewîcê azad bû

Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê nîvroya îro karîn balafirgeha El-Maliheyê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê derxin.

Malpera Al-Iticah a Erkantiya Ragihandinê ya Heşda Şebî îro nivîsî ku rukna duyem a Heşda Şebî karî ku balafirgeha El-Malihe li başûra rojhilata Hewîcê azad bike.

Li gor daxuyaniya vê rukna Heşda Şebî, hêzên wê niha mijûlî jikarxistina bombe û maynên çandî li balafirgehê  ne.

Terorîstên DAIŞ`ê berî ku ji balafirgehê birevin gelek mayn û bombe li vê balafirgehê bona teqandinê danîbûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu