ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Erebistanê dixwazê hikmê îdamê bo nûciwanêk bide

Rêxistina Efûya Navneteweyî ji dewleta Erebsitanê xwest ku bila dev ji îdama zindaniyê siyasî ku li 13 saliya xwe hatiye girtinê, berde.

Li gorî rapora kanala CNN`ê, Rêxistina fûya navneteweyî li daxûyaniyekê raghand: Murteca Qerîres Îlona 2014`an hat girtin û niha 18 salî ye ku dozgeriya giştî ya Erebistanê daxwaza cihanîna  hikmê îdamê ji bo wî kiriye. Efûya  navneteweyî eşkere kir: Qerîres li zindanê û dema jêpirsiyê hatiye işkencekirin û jêpirsan soz dane wî ku ger li xwe mukir were, dê serbest were berdanê.

 Li Nîsanê jî 37 kes li Erebistanê li rojekê hatin îdamkirin û Efûya navneteweyî raghand ku herîkêm sê kes ji van îdambûyiyan li 16 heya 17 saliyê hatibûn girtin.

 Li gorî raghandina vê saziya navneteweyî, her sê  van nûciwanan hin şîe bûn ku ji ber beşdariya li xwenîşandana nrazîbûna  li hember dewletê hatibûn girtinê.

 Li gorî amara efûya navneteweyî li pênc salên derbasbûyî zêde ji sed kes ji şîeyên Erebistanê ji ber hegerên  siaysî hatine îdamkirin.

 Vê saziya navneteweyî tevî şermezarkirina  van îdaman,  mehkemekirina  wan  nedadmendane  daye zanîn û destnîşan kiriye: Piraniya kesên îdambûyî xêncî hilêxistina  bîr û rayên xwe bi awayekî bi aşitî û rexnekirina  hikûmetê, karekî din nekiribûn.

Başa dön tuşu