Erebistanê li sê mehan da 75 kes bi darve kirin

Wezareta karên hundir a Erebistanê ragihand ku siûdiyek û yemeniyek îdam kirine ku bi vî rengî hejmara kesên ku ji destpêka sala 2016`an va li vî welatî îdam bûne gihîşte 75 kesî.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê, 17`ê adara 2016`an, a kanala têlêvîziyoniya El-Alemê, wezareta karên hundir a Erebistanê ragihand ku ev du îdam li navçeya Esîrê li başûrê vî welatî pêk hatin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî tevî rexneya li pêkanîna hikma îdamê li Erebistanê ew hikma nedadwerane û li dijî qanûnên navneteweyî da zanîn û bikaranîna rêjîma Erebistanê ya cezaya îdamê ji bo bêdengkirina dijberan siyaseteke hovane da zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku li meha çileya 2016`an rêjîma siûdî 47 kes ji wan ayetullah Şêx Neêmr Baqir Nêmr, rêberê şîeyên Erebistanê îdam kirin.
Ev li halekî ye ku Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihand: Sê nûciwanên ku ji aliyê hêzên erebistanî va hatine girtin û temenê wan kêmtir ji 18 salî ye, tenê ji ber beşdariya li xwenîşandana dijî hikûmetê tûşî hikma îdamê bûne û eger werin îdamkirin, Erebistanê careke din qanûnên navneteweyî binpê kirine.
Elî Nêmr, biraziyê Şêx Baqir Nêmr yek ji wan nûciwanann e ku hikma îdamê lê hatiye birrîn.
Ew li meha sibata 2012`an li halekî ku temenê wî 17 salî bû hat girtin û li meha gulana 2014`an hikma îdamê lê hat birrîn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)