ErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavin

Prensê welîahd ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman bi 300 milyon dolarî şatoyek kirî

Prensê welîahd ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman li Fransayê şatoya Louisê 14emîn bi 300 milyon dolarî kirî. Şatoya ku prens Selam standiye li cihanê avahiya herî bûhaye.

Rojnameya New York Times (NYT) di nûçeya xwe de ragihand ku prensê welîahd ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman li Fransayê li nêzîkî Parîsê şatoya Louisê 14emîn bi 300 milyon dolarî stand.

Li gorî rojnameyê, prensê welîahd Bin Selman, demek berê bi 500 milyon dolarî yateke luks û tabloyê resamê navdar ê îtalî Leonardo Da Vinci yê bi navê ‘Salvatore Mundi’ bi 450 milyon dolarî stand. Li gorî NYTê Selman şatoya Loisê 14emîn di sala 2015an de standiye.

Di sala 2015an de dema şatoya Luisê 14emîn bi 300 milyon dolarî hat firotin hatibû ragihandin ku kesekî ji Rojhilata Navîn şato standiye, lê navê wî nehatibû eşkerekirin.

Li gorî NYTê, Muhammed Bin Selman şato bi navbeynkariya weqfa xwe ya şexsî ‘Eight Investment Company’ ku li Fransa û Luksemburgê kare bazirganî dike û navenda we li Erebîstana Siûdiyê ye standiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu