NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa artêş û hêzên gelanî yê Yemenê ser pêgehên kirêgirtiyên Erebistanê

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li parêzgeha Teêzê li başûra rojavaya Yemenê êrişî ser pêgehên kirêgirtiyên Erebistanê kirin.

Li gorî rapora têlêvîzyona Al-Alamê, Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li parêzgeha Teêzê li bakûra bajarê El-Mexayê li başûra rojavaya Yemenê êrişî ser pêgehên kirêgirtiyên Erebistanê kirin û parek ji van kirêgirtiyan kuştin yan jî birîndar kirin.

Hatiye ragihandin ku li vê êrişê du erebeyên kirêgirtiyên Erebistanê jî hatine şewitandin.

Li gorî nûçeyekî din ji Yemenê; firokeyên şêrr ên Erebistanê sê caran navçên navçên curbicur ên bajarê Serwahê li derûdora Marbê bombebaran kirin.

Firokeyên şêrr ên Erebistanê li yek ji van êrişan bombeyên qedexe dijî xelkê Yemenê bi kar anîn ku hîn hejmara kuştî yan birîndarên vê destdirêjiya Erebistanê nehatiye ragihandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu