AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Piştî Rêketinnameya Navokî, zêde ji 5.6 milyar dolar sermaya biyanî li vê beşê hatiye wergirtin

Li gorî rapora  SAHAR TV`yê, Muhemedriza Nêmetzade, wezîrê pêşe, maden û ticaretê roja şemiyê diyar kir: “Wergirtina sermeyên biyanî piştî Rêketinnameya Navokî li beşa pêşe, maden û ticaretê, di asteke baş de ye û niha  şîrketên biyanî tev aliyên îranî li projeyên  curbicur ên pêşeyî beşdarî kirine“.  Nêmetzade got : “Niha projeya xebitandina sermaya biyanî ya  Kompaniya Îran Xodroyê û beşdariya  şîrketa çêkirina trimbêlan a Sîtroênê cih hatiye û li pêşeyên kîmyawî, xwarek, kelûmelên nift û gazê jî hevkariyên  baş hebûne“.

Wezîrê pêşe, maden û ticaretê yê Îranê destnîşan kir: “Heya niha  tu yek ji aliyên biyanî muzakire û hevhatin nezivrandine û li gorî prensîpa aboriya berxwedanê û rewşa piştî Rêketinnameya Navokî, 117 belgeyên  hevkariya tev şîrketên nasyar û bihitbar ên biyanî hatiye îmzekirin ku zêde ji sedî 53`ê wan gihêştine qonaxên  cihanîna  xebitandina  sermayê“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu