IraqNûçeRojhilatanavin

Êrişa artêşa Iraqê jibo azadkirina Mûsilê nehatîye sekinandin

Fermandarê dayra têkoşîna li hemberî têrorîsmê ya Iraqê nûçeya rawestana êrişa artêşa vî welatî jibo azadkirina Mûsilê derew zanî û got ku ev nûçe bêbingeh in.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Muqif Iraqî, serleşker Evdilgenî Esedî roja înîyê ragihand ku dayra têkoşîna li hemberî têrorîsmê ya Iraqê tu fermanek jibo rawestandina opêrasyona azadkirina Mûsilê ku zêde ji 10 rojan berî niha ve destpê bûye, wernegirtîye.

Esedî wekî berteka li hemberî nûçeyên têkildarî rawestandina opêrasyona azadkirina Mûsilê hatine weşandinê, got ku me tu fermanek têkildarî rawestandina opêrasyonê wernegirtîye û ez fikir nakim ev nûçeya rast be.

Hêjayî gotinê ye ku mêdyayên iraqî û navnetewî duh ji zarê hin berpirsên hevalbendîya navnetewî ya şerê dijî DAIŞ`ê ragihandibûn ku opêrasyona azadkirina Mûsilê bi merema misogerkirina destkevtên wê hatîye sekinandinê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

 

Başa dön tuşu