AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Cîhangîrî: Îran nifta xwe difiroşe bikirên nû

Alîkarê yekim ê Serokê komara Îslamî ya Îranê Îshaq Cîhangîrî bal kişand ser boykotên Amerîkayê li dij Îranê û got: Îranê bikirên nû ji nifta xwe peyda kirine û nifta xwe firotine wan.

Alîkarê yekim ê Serokê komara Îslamî ya Îranê Îshaq Cîhangîrî duh li hevpeyvîna bi ajansa nûçeyan a Kiyo Dû ya Japonyayê re desnîşan kir ku Amerîka qet nikare îxracata nifta Îranê bigihîne sifirê û got:Hikûmeta Îranê muzakireyên cidî ji bo firotina zêde ya nifta xwe bi Rûsya, Çîn û hin welatên din re dane despêkirin.

Cîhangîrî herwiha got: Heke Komara Îslamî ya Îranê ji çavkaniya herî sereke ya derhata xwe bêpar û mehrûm bibe, bê deng namîne û li dema guncaw gavên pêwîst wê rake.

Alîkarê yekim ê Serokê komara Îslamî ya Îranê herwiha pêşewaziya sefera serokwezîrê Japonê Şînzo Abê  bo Tehranê kir û got: Îran ji bo muzakireya bi şirîketên japonî re amade ye.

Cîhangîrî herwiha sipasiya Japonê kir ji ber helwêsta vî welatî li warê piştgiriya ji aştiya cîhanî û got: Divê Japon ji bo sekinîna li ber zêdexwazî û yekalîxwaziya Amerîkayê û gefên wê yên li dijî welatên serbixwe  gavên pêdivî rake.

Başa dön tuşu