NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa artêşa Sûriyê ser meqerên terorîstan li başûrê Şamê

Navenda nasiyar bi Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê li Londonê raghand ku hêzên artêşa vî welatî, navçên di bin kontrola terorîstan li başûrê Şamê li paytexta Sûriyê, dan ber êrişan.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê malpera nûçan a El-Neşreyê, navenda nasiyar bi Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê got: Êrişa artêşa Sûriyê ser meqerên DAIŞ`ê li başûrê Şamê hevgavê amadetiya  van hêzana ji bo destpêkirina operasyona derxistina terorîstan ji vê navçê cih tê.

Endamên DAIŞê jî du hawan ji kampa El- Yeremokê li başûrê Şamê ber bi navçên El- Zahire Cedîde û Bustan El- Dewrê ya Şamê va avêtin.

Fermandetiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê êvara şemiya buhurî li daxûyaniyekê paqijkirina tam a  navça Xûteya Rojhilatê li derdora Şamê ji lepên terorîstan raghand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu