ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa balafirên bê pîlot Yemenê ser Siûdîyan

Bargeha Hewayî ya Melik Xalid li başûrê rojavayê Erebistanê vê sibeyê kete ber êrişa balafirên bê pîlot ên artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê.

Bargeha Hewayî ya Melik Xalid li bajarê Xemîs Meşît ya navenda  parêzgeha Eisîr  li başûrê rojavayê Erebistanê ye.

Ajansa nûçeyan ya WAS a Erebistanê jî ev êrişa piştrast kir, lê belê di vî halî de îdia kir ku artêşa Erebistanê balafirên hanê xistin erdê û îmha kirin.

Balafirên bêpîlot ên artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê du hefteyên berî niha jî di çarçova bersiva cinayetên Rejîma Siûdî de yên êrişa ser deverên gel têda de û binavahiyên Yemenê,  êrişî ser du teşkîlatên pompaja niftê li parêzgehên Dewademî û Efîfe li rojavayê erebistanê kirin.

Tevgera Ensarelleh ya Yemenê jî vê dawiyê diyar kir 300 hedefên girîng li Erebistanê û Emaretê bona êrişa ser wan berçav girtine ku ku êrişa ser teşkîlata nifta Aramko ya Erebistanê yek ji wan e.

Ji aliyê din ve artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê  duşemê êvarê çeper û pêgehên kirêgirtiyên Siûdî li Useyfireyê ya parêzgeha Teizê ya başûrê rojavayê Yemenê kirin hedefa mûşekê û gelek xisarên canî û malî gihandin wan.

Başa dön tuşu