LubnanNûçeRojhilatanavin

Merasima rêzgirtina ji 35mîn salvegera 4 dîplomatên îranî li Lubnanê, roja îniyê li balyozxana Îranê li Beyrûtê hat lidarxistin.

5 Tîrmeha 1982an kirêgirtiyên Rejîma Siyonîstî li operasyneke terorîstî, çar dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê, seyd Muhsin Mûsewî, Ehmed Mutewesiliyan, Kazim Exewan û Teqî Restgar Muqedem li axa Lubnanê rewandin.

Li gorî rapora IRNAyê, beşdarên merasima  rêzgirtina  ji 35 mîn salvegera rewandina  4 dîplomatên îranî li Lubnanê ji sersarî û kêmkariya navneteweyî li warê şopandina  mesela rewandina  van çar dîplpmatên  îranê rexne girtin.

Muhemed Fethelî balyozê Îranê li Lubnanê li vê mersimê got: Kivşnebûna rewşa Îmam Mûsa Sedr û her wiha  dîplomatên  Îranê piştî ev hemî salan nîşan dide ku saziyên  berpirsiyar ên navneteweyî li vê barê sersarî kirine.

Îmam Mûsa Sedr, xîmdarê meclîsa bilind a şîeyan û tevgera Emel a Lubnanê tev du kes ji hevriyên xwe li sala 1978an ser deweta fermî ya Muemer Qezafî dîktatorê îdambûyî yê Lîbyayê sefera vî welatî kir û ji hîngê ve heya niha li bara çarenivîsa wî û hevriyên wî tu agahî tine ye.

Balyozê Îranê li Lubnanê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê dê tim hewldan û şopandinên xwe jibo zelalbûna  van du mijaran bidomîne.

Mîşel Mûsa serokê komîsyona mafên mirovan a parlemana  Lubnanê jî li vê merasimê, rewandina  dîplomatên Îarnê weke binpêkirina konwansiyona Viyenayê li bara  parêzbendiya siyasî û qezayî ya dîplomatan da zanîn.

Serokê komîsyona  mfên mirovan a parlemana Lubnanê, Rejîma Siyonîstî berpirsê sereke  yê vê rewandinê da zanînû got ku her çend kiryarên bi vî rengî ji aliyê rejîmekê ku karû wê binpêkirina mafên mirovan e, normal e lê saziyên navneteweyî nekarîn  vê rekîmê mehkeme bikin.

Mersima 35 mîn salvegera rewandina  dîplomatên  îranî li halkeê cih hat ku beşdarên  vê mersimê hêvî kirin ku heya mersima 36 mîn salvegerê, çarenivîsa van çar îraniyan kivş bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu