NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê: Artêşa Sûriyê bona sekinîna li hember komên terorîstî tam amade ye

Wezareta karên derve ya Sûriyê raghand: Komên terorîstî duh danê sibê di dewama binpêkirina agirbesê li navçên kêm kêşe,  bi çekên curbicur êriş kirin ser hêzên artêşa Sûriyê li derdora bakurê parêzgeha  Hemahê.

Wezareta karên derve ya Sûriyê destnîşan kir: Artêşa vî welatî li hember sûçên  komên terorîstî û kesên ku ji wna piştgiriyê dikin, bêdeng namîne û ser mafê xwe bona berevaniya ji yekperçetiya erdê Sûriyê û parastina  ewlehî û tendrustiya welatên wê teqez dike.

Li pêvajoya bêencamkirina  êrişa terorîstên bereya El-Nusre ser meqerên artêşa Sûriyê li derdora bakurî, 32 terorîst ji aliyê hêzên sûrî ve hatin kuştin.

Erkantiya giştî ya artêşa Sûriyê jî raghand: Kêmbûna  pevçûnê li hin navçên vî welatî nayê wateya teslîmbûna  li hember terorîstan û hêzên sûrî şerê xwe li bereyên mayî bidomînin û her cure êrişa ji aliyê terorîstan dê rastî bertekeke giran were.

Başa dön tuşu