NûçeRojhilatanavinSûriye

Serdestiya artêşa Sûriyê li ser gundê El Xevîn El Kebîrê li derdora Helebê

Çavkaniyên sûrî yên nûçeyan qala serdestiya artêşa vî welatî ser gundê El xevîn El Kebîrê li derdora başûrê rojhilata Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê kirin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr News`ê ji zarê malpera Ehdê, desrdestiya artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li ser gundê El Xevîn El Kebîrê pişûtî şerê wan ê giran digel Cebheya Nusreyê û komên hevpetymanê wê pêk hatiye.

Ev li halekî da ye ku pêştir çavkaniyên nûçeyan ragihandibûn ku hêza esmanî ya artêşa Sûriyê di dewama şerê dijî têrorîstên tekfîrî da, baregehên Cebheya Nusreyê li gundê El xevîn El Kebîrê li derdora başûrê rojhilata Idlibê dane ber bomban.

Li vî halî, komên çekdar navçeyên Kêmkirina Kêşeyê binpê kirin û bi rokêt û topên hawanê navçeyên Seharî, Sel û Kaşifê li bajarê Deraya başûrê Sûriyê dan ber êrîşê ku di encamê da hin ziyan li mal û heyitiyên xelkê ketin.

Komên têrorîst carna bi binpêkirina lihevkirina pêkanîna navçeyên Kêmkirina Kêşeyan li Sûriyê devrên cûrbicûr ên vî welatî didin ber êrîşê.

Îran, Rûsiye û Tirkiyê dui meha Gulana 2017an da li dora çarem a gotûbêjên çareseriya qeyrana Sûriyê li bajarê Astaneya Qezqistanê, lihevkirinameya pêkanîna navçeyên Kêmkirina Kêşeyan li Sûriyê bi armanca kêmkirina tundî  û şidetê îmze kirin.

Başa dön tuşu