Êrişa balefirên cengê yên Hindistanê li dijî meqerên li bakurê rojava Pakistanê
Balefirên cengê yên hêza hewayî ya Hindistanê vê sibê meqerên komên Cêyş Muhemed û Leşkir Teyibe li axa Pakistanê bombebaran kirin.
Fermandeyekî eskerî yê Hindistanê ku nexwest navê wî bê girtin , diyar kir 12 balefirên cengê yên Mîraj 2000 a hêza hewayî ya Hindistanê siet 4 vê sibê li gor dema deverên Balakot, Muzeferabad û Çakotiyê li Kişmîra Pakistanê bombeberan kirin.
Ev êrişa çend rojan piştî teqînên terorîstî li navça Pelwamê li Kişmîra bin kontrola Hindistanê qewimî.
Li encama vê êrişê 44 eskerên Hindistanê hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Koma terorîstî ya nasiyar bi Cêyş Muhemedê berpirsiyariya vê êrişê da istûyê xwe.
Hindistan, dewleta Pakistanê sebebkarê vê êrişê dizane lê Pakistan wê red dike.
Hindistan û Pakistan ser hin mijaran ji wan mesela Kişmîrê bi hev re pirsgirêka wan heye û hev û din bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar dikin.