NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa balefirên sûrî ser civîna fermandeyên Cebheya El-Nusreyê

Balefirên cengê yên sûrî şeva buhurî civîna fermandeyên koma Cebheya El-Nusreyê li parêzgeha Idlibê dane ber êrişan. Her wiha navçên  başûrî yên vê parêzgehê jî hatin bombebarankirin.

 Çavkaniyeke eskerî ya Sûriyê ji Sputnikê re got ku balefirên cengê yên rûsî û sûrî çend êrişn hewayî kirin ser meqerên terorîstan li Xan Şêxûn, Sifohin, Kefernebel, Has û balefirgeha Teftnazê li başûrê parêzgeha Idlibê.

 Wî got ku  ev êriş piştî wergirtina lêzanînên hûr û kûr ser lidarxistina civîna fermandên taxima  Tehrîr Şamê li balefirgeha eskerî ya  Teftnazê cih hat û cihê civînê bi sê êrişên deqîq hat bombebarankirin.

Başa dön tuşu