IraqNûçeRojhilatanavin

Sairûn û Fethê hevpeymanîya xwe ragihandin

Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê Seyyid Muqteda Sedir û serokê Hevpeymaniya Fetihê, Hadî Amirî ku duh ji bo pêkanîna mezintirîn hevalbendîyê li parlimana Iraqê lihev kiribûn,

Li gorî rapora kanala Sumeriye News`ê, Di çarçobeya hewlên aliyên siyasî yên iraqî de ji bo pêkanîna fraksiyona herî mezin û pêkanîna hikûmeta nû ya wî welatî, her du lîstên Hevpeymaniya Saîrûn û Hevpeymaniya Fetihê lihev kirin û hevpeymaniyek ragihandin.

Piştî aşkerebûna vê hevpeymaniya nû, rêberê Tevgera Sedir, Seyyid Muqteda Sedir ragihand, hevpeymanîtiya wan ligel Fetihê, ne li dijî hevpeymaniya wan a pêştir a li gel Bizava Hikme û Hevpeymaniya Weteniye ye

Seyyid Sedir got, “Bi hevpeymaniya ligel Fetihê, em hevpeymaniya xwe ya ligel Bizava Hikme û Hevpeymaniya Weteiye diparêzin û ev li dijî wê hevpeymaniya pêştir nîne.”

Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir di hilbijartinên 12`ê Gulanê de piraniya dengan bi dest xistibû û bibû lîsta yekem. Li gorî encamên ku komîsyona hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, Saîrûn 54 kursiyên parlamentoyê bi dest xistine.

Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî jî di hilbijartinan de, bibû lîsta duyem û 47 kursiyên parlamentoyê bidest xistine.

Başa dön tuşu