LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa berxwedana Lubnanê (Hizbullah) ser pêgehên terorîstan

Hêzên Hizbullaha Lubnanê êrişî ser pêgehên terorîstan kirin û derbeyekî giran li terorîstan xistin ku li vê operasiyonê gelek ji terorîstan hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa Fars News’ê, Hêzên Hizbullaha Lubnanê îro şemiyê li bilindiyên Ersalê li bakûra rojhilata Lubnanê êrişî ser pêgehên terorîstên Cibhetul-Nusreh kirin û derbeyekî giran li terorîstan xistin ku li vê operasiyonê gelek ji terorîstan hatine kuştin.

Ev êrişa berxwedana Lubnanê li bersiva kiryara terorîstî ya roja duşemiya bihurî ser navça El-Qai a Lubnanê bû ku terorîstên DAIŞ’ê berpirsyariya vê kiryra terorîstî qebûl kiribû.

Li vê kiryara terorîstî 6 welatiyên lubnanî hatibûne kuştin û 19 kes jî birîndar bibûn.

Şêx Hesen Nesrullah sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li vê barê ragihand ku ev êrişa terorîstî ya vê dûmahîkê li navça El-Qai nîşana bîrûbawerên tekfîrî yê terorîstane û kesên ku ev kiryara terorîstî li navça El-Qaiê cih anîn ji bilindiyên Ersalê ketibûne nav axa Lubnanê.

Hêzên Hizbullaha Lubnanê herwisa du pêgehên terorîstên DAIŞ’ê li bilindiyên Beilbekê jî xistine ber hedefa êrişên xwe û hemû terorîstên ku li wê derê bûn jî jinav birin.

Ji aliyê din ve hatiye ragihandin ku hêzên artêşa Lubnanê li van hefteyên bihurî xebata terorîstan bona êrişa ser pêgehn artêşa vî welatî li bakûra rojhilata Lubnanê pûç kirin û birek ji van terorîstan jî kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu