LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Komeke din ji awareyên sûrî li Lubnanê vegeryan welatê xwe

Li gorî rapora Sana News`ê, 250 awareyên sûrî li Lubnanê, ji riya derbasgeha sînorî ya El-Debûsiyê derbasî nava Sûriyê bûn.

Roja çarşemiyê jî zêde ji 55 malbat ku li navçeyên  bin kontrola terorîstan li Idliba Sûriyê de bûn, derbasî  navçên di bin kontrola artêşa Sûriyê bûn. Kesên hanê piştî derketina ji navçên  dagirbûyî yên terorîstan hatin guhestin  bo gundên xwe li Hemah û Helebê.

Piştî azadbûna  pişkeke mezin ji axa Sûriyê û serdestiya  dewletê ser piraniya  parêzgehan, pêvajoya vegeryana  awareyên sûrî destpê bûye. Amarên  nefermî nîşan didin ku zêde ji 7 milyon awareyên sûrî li 45 welatan de niştecih bûne.

Başa dön tuşu