FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Êrîşa çekdarên siyonîst li ser xwenîşandana filistîniyan li Rexa Rojavayiya Çemê Urdinê

Çekdarên siyonîst bi êrîşa li ser xwenîşandana bi aştî ya filistîniyan li navçeyên cûrbicûr ên Rexa Rojavayiya Çemê Urdinê hejmarek ji wan birîndar kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, bi sedan welatiyên filsitînî bi beşdariya çalakên mafên mirovan ên biyanî piştî xwendina nimêja îniyê beşdarî xwenîşandana bi aştî li bajarokê Keferqedûmê li dorhêla bajarê Qelqeliyê bûn û dewama avakirina dîwarê cudakir li erdên Filsitînê şermezar kirin.

Filistîniyên nerazî her viha ji çekdarên filistînî xwestin ku kolana sereke ya bajarokê Keferqedûmê ku ji sêzdeh salan berî niha va girtî ye, ji bo hatûçûna filsitîniyan vebikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu