NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrîşa çeteyan li Heleba Sûriyê hat têkşikandin

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê êrîşa komên têrorîst li ser rojavaya bajarê Helebê li bakûrê vî welatî têk birin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sputinik`a Rûsiyê, hêzên ewlehiyê yên Sûriyê êvara yekşemiyê, 15`ê Gulana 2016`an, êrîşa têrorîstên Cebheya Nusreyê û komên din ên têrorîst li ser rojavaya bajarê Helebê li bakûrê vî welatî pûç kirin.

Li vê opêrasiyonê hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û amor û alavên wan ên leşkerî ji nav çûn.

Ji aliyê din va artêşa Sûriyê bi hevkariya hêzên gelanî hewildanan çeteyan ji bo ketina nav taxên El-Zehra û Bustan Paşaya Helebê têk birin. Li vê opêrasiyonê jî hejmareke çeteyan hatin kuştin.

Li vî halî roja yekşemiyê navenda Radyo û Têlêvîziyona bajarê Helebê li bakûrê Sûriyê jî kete ber mûşekên çeteyan. Li vê êrîşê hejmarek ji welatiyên sûrî birîndar bûn.

Komên çete û têrorîst ku ji aliyê hinek ji welatên navçeyê û yên rojavayî bi taybet ji aliyê Tirkiyê va tên piştgirîkirin ji sala 2011`an va tevî ketina nav Sûriyê gelek cinayet pêk anîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu