NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê şer ê DAIŞê hate kuştin

Televîzyona dewleta Sûriyê ragehand ‘wezîrê şer’ ê rêxistina terorîst a DAIŞê bi navê Ebû Musab el Masrî li Helebê hate kuştin.

Li gorî televîzyona dewlet a Sûriyeyê ku dispêre çavkaniyekî leşkerî ragihand ku ‘wezîrê şer’ ê rêxistina terorîst a DAIŞê li rojhilatê bajarê Helebê di operasyoneke taybet de hat kuştin.

Çavkaniyê leşkerî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di operasyonê de ji xeyrî kuştina Ebû Musab el Masrî hinek emîr û berpirsên din jî ku ji Sûriye û ji Erebîstana Siûdî bûn hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu