FilistînNûçeRojhilatanavin

Êrişa dubare ya sîyonîstên bajaroknişîn ser Mizgevta Aqsayê

Bi dehan sîyonîstên bajaroknişîn di çarçova kiryareke bêrêzîyê de êrişî Mizgevta Aqsayê kirin.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, 110 sîyonîstên bajaroknişîn îro bi piştgirîya bi dehan leşkerên sîyonîst ji Bab ul Muxaribê ketin Mizgevta Aqsayê û li pişkên curbicur ên wê gerrîyan.

Hejmareke sînoyînstên hanê jî li pişka rojhilata Mizgevta Aqsayê jî rismên Telmûdî cih anîn.

Sîyonîstên bajaroknişîn her roj bi qest êrişî Mizgevta Aqsayê dikin. Ev warê pîroz bûye qada cirîda leşker û bajaroknişînên sîyonîst ji bo jinavbirina pênaseya islamî û mesîhîyetê ta Qudsê û bicihkirina sembolên sîyonîzmê dewsa wan.

Başa dön tuşu