ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê êrişa têrorîstî ya li Pakistanê şermezar kir

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro bi daxûyanîyekê tevî şermezarkirina êrişa têrorîstî ya li mizgevtekê li Pakistanê ku di encamê da bi dehan kes ji gel û nimêjkerên vî welatî hatin kuştinê û birîndar bûn, got: Hemî welatên navçê divê bi hişyarî û danûistandinê vîyana xwe jibo têkoşîna cidî li hemberî rîşe û hegerên aşkira û nihênî yên dîyardeya şûm a têrorîsmê bikin yek.

Wî herviha xwe şirîkê derd û kesera dewlet û gelê Pakistanê zanî û sersazî da malbatên gorîyên vê êrişa têrorîstî.

Di encama êrişa têrorîstî ya hevgavê nimêja înîyê li gundê Payîxanê li devera eşîrnişîn a Mihemed Îensî ya Pakistanê ku nêzîkî sînorê Efganistanê qewimî da, herîkêm 30 kes hatin kuştinê û 30 kes jî birîndar bûn.

Cimaeta El- Ehrarê ser bi koma têrorîst a DAIŞ`ê li Pakistanê berpirsîya vê teqînê da ustîyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu