ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Şanoya Netanyahû pêkenok û weke karê zarokan bû

Alîkarê Siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Duşemê bi şev wek berteka li hemberî propagandaya nû ya serokwezîrê Rêjîma Siyonîst Benyamîn Netanyahû li dijî Îranê got: Ev şanoyeka pêkenok û zarokane bû.

Netanyahû Duşemê bi şev li şanoyeka propagandayî ya nû hejmareka wêne, CD û kaxaz li ber kameraya televîziyonê nîşan dan û îdia kir ku Îranê bernama xwe ya nihênî bo çêkirina çekên atomî heye.

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bêyî amajeya bi ambarkirina bi sedan kumikên atomî li cebilxanên xwe ya çekên navokî bike, îdia kir ku Îranê piştî îmzekirina Lihevkirina Navokî ji cîhanê ra derew gotiye û hewildana xwe ji bo veşartina bernama çêkirina çekên atomî çalaktir kiriye.

Ev şaanoyeka pêkenok û komîk ya Netanyahû li halekî ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê heta niha bi caran li ser biaştîbûna çalakiyên navokî yên Îranê pêgirî kiriye.

Li gorî rapora IRNAyê, Alîklarê Siaysî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Ebas Iraqçî belgeyên raberkirî ji aliyê Nêtanyahû va sexte û çêkirî da zanîn û got: Ev karê Rêjîma Siyonîst şanoyeka plandarêştî ji bo bandordanîna li ser biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li bara Lihevkirina Atomî bû.

Başa dön tuşu