NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa Erebistanê ser balafirgeha Teizê

Firokên şerî yên Erebistanê li dewra nû ya êrişên xwe îro yekşemê 15 caran balafirgeha Teizê û navçên derûdor ku malên xelkê sivîl li wan deran bûn û herwisa navça El-Cundiye li navenda Yemenê bombbaran kirin.

Li dewama êrişên hovane yên Erebistanê ser axa Yemenê, firokên şerî yên Erebistanê zankoya hêza deryayî ya vî welatî li bakûra El-Hedidiyê li rojavaya Yemenê jî bombbaran kirin.

Hatiye ragihandin ku ji ber destdirêjiya Erebistanê ser parêzgeha Senayê 10 kes ji wan 6 zarok û 4 jin hatine kuştin û du zarok jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu