NûçeRojhilatanavinYemen

Êrîşa firokeyên cengê yên Erebistanê ser malên xelkê li Yemenê

Malên xelkê li Yemenê berêvariya şemiyê, 2`ê nîsana 2016`an, jî ketin ber êrîşa firokeyên şêrr ên Erebistanê.

Kanala têlêvîziyoniya Mesîrê ragihand: Li êrîşa berêvariya şemiyê ya firokeyên bombrêj ên siûdiyan li ser bajarokê Waziyê li parêzgeha başûrî ya Teêzê, ziyanên giran li welatiyên sivîl ketin û gelek kes jî gorî bûn.

Vê çavkaniya nûçeyan li nûçeyeke xwe ya din ragihand ku firokeyên şêrr ên Erebistanê çend nobetan navçeya geltêda ya Servahê li parêzgeha Marba Yemenê dane ber êrîşên xwe ku heta niha ti raporek li bara goriyên vê êrîşê nehatiye belavkirin.

Li vî halî Yekîtiya Nûçegihanên Yemenê ragihand ku ji destpêka êrîşên hevpeymaniya destdirêjkerên ereb bi serkirdetiya Erebistanê li ser Yemenê herîkêm 25 nûçegihan hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu