FilistînNûçeRojhilatanavin

Êrîşa Helîkopterên şêrr ên Rêjîma Siyonîst li ser Zîvala Xezeyê

Helîkopterên şêrr ên Rêjîma Siyonîst berbanga Îniyê navçeyên başûrî yên Zîvala Xezeyê dan ber êrîşên xwe yên mûşekî.

Li gorî rapora Al Alamê, li dû vê êrîşê, dengê çend teqînên giran li Xezeyê hat bihîstin.

Nûçegihanê Sky Newsê li Zîvala Xezeyê jî ragihand ku zêde ji 20 êrîşên esmanî li ser navçeyên cûrbicûr ên Zîvala Xezeyê pêk hatine.

Heta niha ti raporek derbarê qasa ziyanê û hejmara goriyên van êrîşan nehatiye weşandin.

Artêşa Rêjîma Siyonîst îdia kir ku ev êrîş wek berteka l hemberî kewkîkirina 2 rokêtan ji Zîvala Xezeyê ber bi Til Avîvê va pêk hatiye.

Frokeyên şêrr, Helîkopter û topxaneya Rêjîma Siyonîst di rojên dawî bi caran navçeyên cûrbicûr ên Zîvala Xezeyê dane ber êrîşên xwe.

Rêjîma Siyonîst ji meha Kanûna sala 2017an va dora nû ya êrîşên xwe yên esmanî lis er Zîvala Xezeyê xistiye rojeva xwe.

Başa dön tuşu