NûçeFilistînRojhilatanavin

Êrîşa herî nû ya siyonîstan li ser Sûriyê; 5 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Di êrîşa asimanî herî nû ya Rejîma Siyonîst li ser Sûriyê, navçeyên perravî û navendî yên vî welatî ketin ber êrîşê.

Rejîma Siyonîst roja Yekşemiyê di êrîşa xwe ya herî nû li ser Sûriyê da, navçeyên perravî û navendî yên vî welatî kirin armanc û di encamê da pên ckes hatin kuştin an birîndar bûn.

Çar leşkerên sûrî ji ber êrîşa asimanî ya Rejîma Siyonîst li navçeyên navendî û perravî yên Sûriyê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî rapora rayedarên Wezareta Hêzê ya Sûriyê, hin xisar jî li şebekeya elektrîka navçeyê ketin û di encamê elektrîk qut bû.

SANA Newsê ji zarê çavkaniyên leşkerî ragihand, Bergiriya simanî ya Artêşa Sûriyê li dijî van êrîşan çalak bû.

Başa dön tuşu