NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê tekfirkeran Alluş: “Em tevlî hevdîtinên Astanayê nabin”

Muhammed Alluşê ku yek ji pêşengê terorîstê Ceyşul Îslamê ye û di tura duyemîn a Astanayê de serokatiya heyetê dikir ragihand ku ew tevlî hevdîtinên tura sêyemîn a Astanayê nabin.

Muhammed Alluş di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê de ragihand ku wê terorîstên çekdar tevlî Astanayê nebin û got: “Bi daxuyaniya xwe ku em tevlî hevdîtinan nabin ji hemû dinyayê re eşkere dikin ku Rûsya tenê li ser çapameniyê daxwaza çareseriyê li Sûriyeyê dikin. Heke Rûsya çareseriyê bixwaze divê politikaya xwe biguherîne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu