NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa kîmyawî ya terorîstan ser Hemahê li Sûriyê

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) ragihand ku şeva çûyî terorîstan êrişa kîmyawî ser gundekî bakura parêzgeha Hemahê li rojava Sûriyê cih anîne.

Li gor nûçeya SANA, Di encama vê êrişê de herî kêm 24 welatiyên sûrî birîndar bûne û ew şandine nexweşxanê.

Terorîstan berî viya jî çend caran sîlahên kîmyawî li deverên wekî Heleb, Xan Şeyxûn û Xûteya rojhilatê bikar anîbûn û hewldan ku dewleta Şamê berpis û sebebkarê van êrişan bidin nasandinê ji bo ku mihaneyê ji welatên rojavayê yên wekî Amerîka, Fransa û Brîtanyayê çê kirn daku êrişî ser Sûriyê bikin.

Di vê çarçovê de sê welatên hanê piştî êrişa kîmyawî ya terorîstan ser Dûmayê li Xûteya rojhilatê ew avêtin sikura dewleta Sûriyê û van sê welatan li 7 adara 2018 zêde ji 100 mûşek li bargehên leşkerî yên dewleta Sûriyê li deverên curbicur xistin.

Başa dön tuşu